Jiyan

Li Qers û Erdexanê hewa sar e

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Günay Nuh  | 21.02.2026 - Rojanekırın : 21.02.2026
Li Qers û Erdexanê hewa sar e Hüseyin Demirci

Kars

 Li Qers û Erdexanê hewa sar e.

Li Qersê ku germahiya hewayê bi şev 14 pile di bin sifirê da hat pîvandin, hin welatiyan wesayîtên xwe betanî û xalîçeyan nixumandin.

Li navçeya Sariqamîşê ji ber hewaya sar li ser banên avahiyan şembelîk çêbûn. Camên otomobîlan cemidîn û golên biçûk jî cemed girtin.

Ji ber berf û bagerê jî deverên geştê di bin berfê da man.

Tîmên Şaredariya Sariqamîşê girseyên berf û qeşayê yên ku li ser rêyan kom bûbûn û ji banên avahiyan ketibûn xwarê, bi kamyonan ji navçeyê derxistin.

Li Erdexanê jî hewaya sar û berf bandorê li deverên bilind dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın