Jiyan

Li Hekariyê dîmenên pêlên ku ji ber bayê li ser berfê çêbûne balê dikişînin

Sayim Harmancı  | 21.02.2026 - Rojanekırın : 21.02.2026
Li Hekariyê dîmenên pêlên ku ji ber bayê li ser berfê çêbûne balê dikişînin Sayim Harmancı

Hakkari

 Li Hekariyê dîmenên pêlên ku ji ber bayê li ser berfê çêbûne bal û dêna geştiyaran dikişînin.

Piştî berfa ku hefteya borî li bajêr barî, li beldeya Durankayayê ya bilind e, li hin deveran qalindahiya berfê gihîşt 2 mêtroyan.

Li Yenî Mahalleya ku yek ji wargehên herêmê ye ku herî zêde berf lê dibare, dîmenên pêlên ku ji ber bayê li ser berfê çêbûne, bala wênegiran dikişîne.

Dîmenên pêlên li herêmê bi dronê hat kişandin.

Esat Kilinçê dilxwazê ​​xwezayê ku li herêmê geriya, ji nûçegihanê AAyê ra got ku xwezaya bajêr di her demsalê da bi awayekî cuda xweşik e.

Kilinç diyar kir ku di demsala zivistanê da dîmenên xweşik çêdibin û got, "Îsal berf pir barî. Piştî berfê dîmenên xweşik derdikevin holê. Pêlên berfê yên ku çêdibin xweşik in. Dîmenekî balkêş e. Ji ber berfa zêde û bayê çêdibe."

Sabahattîn Ertuş jî diyar kir ku ew ji bo pêşxistina nasandina xwezaya bajêr bi berdewamî çalakiyan li dar dixin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın