Günay Nuh,Hüseyin Demirci
02 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2022
Li Erdexan û Qersê hewaya sar tesîra xwe didomîne.
Li deverên bilind ên Erdexanê berf barî.
Ji ber hewaya sar li bajêr rê û peyarêyan cemed girt û deverên bilind bi berfê çîl û spî bûn.

- Qers
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî berf û mij bi tesîr e.
Berfê avêtiye deverên bilind ên bajêr û ji ber mijê jî mesafeya dîtinê kêm e.
Şofêrên derdikevin rê zehmetî dikişînin û ji ber hewaya sar dar û deviyan qeşa girt û cemed çêbû.