İbrahim Atmaca
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2021
Li Agirî û Qersê sir û serma jiyanê dixe tengasiyê.
Li Agiriyê hewa ew qas sar e ku çem, robar, cew û golên piçûk qerisîn.
Rûyê Çemê Mûradê ku ji nava bajêr ra derbas dibe jî qerisî û dîmeneke xweş çêbû.
Di rêya Agirî-Erzirom û Agirî-Wanê da mij heye.
Ji ber mijê mesafeya pêşdîtinê kêm bû, şofêran leza xwe kêm kir, farên wesayîta xwe pêxist û wisa derbas dibin.
- Qers
Li Qersê jî hewa ew qas sar e ku bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqiyan.
Li bajêr hin kanî qerimîn û rûyê Çemê Qersê jî qerisî û dîmenên xweş çêbûn.
Werdekên beyanî li ser rûyê çem cihê ku neqerisîne li xwarinê geriyan.
Ji aliyê din va li deverên bilind ên bajêr mij çêbû.