Hüseyin Demirci
01 Mijdar 2025•Rojanekirin: 05 Mijdar 2025
Sermayê tesîr li Sariqamîşa navçeya Qersê kir.
Li navçeyê ku germahî bi şev daket 7 pileyan di bin sifirê da camên otomobîlan cemed girt û nebatan serê sibê di bin qeşayê da man.
Hin welatiyan hewl dan wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin û wan bi xalîçeyan pêçandin.
Golên biçûk yên nêzîkî gundê Hemamliyê cemed girtin. Werwerokên sor û rovîyekî sor li qadeke pîknîkê ya li ser Çemê Acisuyê dema ku li xwarinê digeriyan hatin dîtin.