Jiyan

Li Ovacikê kar û bizin li merayan diçêrin

Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatiyan kar û bizinên xwe berdan merayan

Türkan Tosun  | 21.05.2019 - Rojanekırın : 23.05.2019
Li Ovacikê kar û bizin li merayan diçêrin

Tunceli

Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatiyên ku heywanan xwedî dikin kar berdan mera û deştan.

Li navçeyê ji ber xwezaya xweş heywandarî tê kirin.

Welatiyên ku heywanan xwedî dikin karên xwe yên di navbera çileya paşîn û adarê da bûne ji koz û goman derxistin û birin merayan çêrandin.

Bizin û karên li derva diçêrin ji hêla wênekêşan va jî eleqeyeke mezin dibînin. Wênekêş wêneyên wan dikşînin.

Yasîn Ozkanliyê heywanan xwedî dike ji nûçegihanê AAyê ra got xwedîkirina heywanan zivistanê zehmet e û wiha axivî: "Ev mehek e em bizinên xwe li merayan diçêrînin, ji bilî vê em di gom û kozan da karan xwedî dikin. Karan bi şîrê maka xwe dimêt. Niha li merayê hînî çêrînê dibin. Kar pir şirîn in, car caran xwe davêjin ser me û bi me ra dilîzin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın