Jiyan

Geştiyar li Tunceliyê eleqeyeke mezin nîşanî plajên tebiî yên li Geliyê Munzur û Pulumurê didin

Sidar Can Eren  | 17.07.2021 - Rojanekırın : 22.07.2021
Geştiyar li Tunceliyê eleqeyeke mezin nîşanî plajên tebiî yên li Geliyê Munzur û Pulumurê didin Sidar Can Eren - AA

Tunceli

 Li Tunceliyê plajên tebiî yên li Geliyê Munzur û Pulumurê ku di destê karsazên herêmê da ne havînê ji hêla geştiyarên ji nav welêt û dervayî welêt va eleqeyeke mezin dibînin.

Geştiyar li Tunceliyê eleqeyeke mezin nîşanî plajên tebiî yên li Geliyê Munzur û Pulumurê didin

Li Tunceliyê plajên tebiî yên li Geliyê Munzur û Pulumurê ku di destê karsazên herêmê da ne havînê ji hêla geştiyarên ji nav welêt û dervayî welêt va eleqeyeke mezin dibînin. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )

Tuncelî bi tebîet, dîrok û çanda xwe, bi hewa, zozan û çem û çavkaniyên xwe her demsal bala geştiyaran dikişîne.

Bi taybetî kesên li herêmên germ disekinin, ji bajar û navçeyên li derdorê havînê gelek kes tên serdana Geliyên Munzur û Pulumurê û siruşthez jî kamp dikin.

Kesên ji bona gerê tên li qeraxê çemê Munzur û Pulumurê, li ciyên kampê, malên bungalovê û li plajên tebiî zemanê xwe derbas dikin.

Geştiyar dikevin avê çeman, li ser şezlongên li qeraxê çeman xwe didin tavê, voleybol dilîzin û di Çemê Munzurê da raftîng dikin.

Ji geştiyaran Dogan Mikaîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir havînê ji bona gerê ji Fransayê tê Tunceliyê.

Mikaîl diyar kir kêfa wî ji tebîeta bajêr ra tê û wiha axivî, "Ji ber tebîet, avên cemidî û xelkê wê ez ji bona betlaneyê têm Tunceliyê. Pirî caran bi malbata xwe ra têm û li Geliyê Pulumurê dikevim avê. Hevalê min salixê vir da. Berê ez diçûm ciyên din, hevalekî min ê ji Tunceliyê ku li Frasayê dijî ev der ji min ra pêşniyaz kir."

Mikaîlê destnîşan kir kêfa wî ji plajên tebiî yên li Geliyê Pulumurê ra hatiye wiha peyivî, "Peravên Egeyê û Behra Sipî ciyên naskirî ne, lê li gorî min ev der ji ber ku di nav tebîetê da ye hê xweş e."

Rêberê gerandinê Kemal Şendîkîcî diyar kir 21 sal e li çar aliyê Tirkiyeyê tûrên gerê çêdikin û got ku em herî zêde tên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û got ku di salên dawîn da jî tên Tunceliyê.

Şendîkîcî diyar kir acenteyên gerê yên li Îzmirê di hefteyê da qederê 100-200 muşteriyî tînin Tunceliyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.