Önder Beyter
04 Gulan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
Li bajêr bi hatina biharê ra dinya germ bû û xweza geş bû. Xwezaya ku reng bi reng xemilî, dîmenên bedew derxistin holê.
Nexasim laleyên sor û kulîlkên zer ên ku li deştan bişkivîn, çiyayên bibelekî û xwezaya kesk dîmeneke wisa derdixe ku mirov ji temaşekirinê têr nabe.
Herwiha Çemê Mûradê û Bendava Keleha Mercîmekê jî bi rengên biharê xemilîn.