İbrahim Atmaca
08 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li Mûşê bi hatina biharê û derketina çêre ra rêncberan pez û berxên xwe berdan çêre.
Li bajêr zivistan dirêj derbas dibe û bi germbûna hewayê ra çêre jî hêşîn dibe. Rêncber heywanên xwe yên ku zivistanê di goman da alif didan wan, piştî vê saetê şûna wê êdî berdidin çêre.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Aydin daxuyanî da û got ku li Mûşê nêzî 306 hezar dewar û milyonek û 50 hezar jî pez û berx hene û Mûş ji bo heywandariyê bajarekî girîng e.
Aydin diyar kir ku potansiyela çandinî û heywandariyê ya bajêr mezin e û ji bo vê jî piştgiriyeke girîng seba rêncber û cotkaran hat dayîn.
Memduh Demirê ku li gundê Yongaliya Jêrîn a li ser navendê rêncberiyê dike jî got ku wan ji cotmehê vir va heywan di goman da xwedî dikir.
Demir diyar kir, bi helîna berfê û germbûna hewayê ra wan heywan derxistin çêre û wiha dewam kir, "Hesreta me ya berdana çêre kuta bû. Nêzî 5 mehan e me di hindur da ka û gîha dida heywanan. Bi helîna berfê va me heywan berda çêre."