Li Mûşê çek, muhîmat, polik û obje hatin bidestxistin
Muş
Li Mûşê operasyon hatin lidarxistin û çek, muhîmat, polik û her wiha objeyên bi dirûvê berhemên dîrokî hatin bidestxistin, 7 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ji hêla ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li dijî 7 navnîşanan bi awayekî hevdem operasyon hat lidarxistin.
Di operasyonan da 2 demançeyên bêrûxset, 2 şarjor, 7 fîşengên demançeyan, 2 tifingên nêçîrê, 48 kartûşên tifinga nêçîrê, 40 fîşengên çeka lûledirêj, demançeya viroke, 3 dedektorên lêgerîna berhemên dîrokî, 143 polik, 286 objeyên bi dirûvê berhemên dîrokî, kompresor, makîneya tijîkirina cixareyê, 10 hezar makaronên tijîkirî û 10 hezar makaronên (kaxizê cixareyê ya bi fîltre) vala hatin bidestxistin.
Der heqê 7 berşikên binçavkirî da miemeleya edlî hat destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
