Halil İbrahim Sincar
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 17 Nîsan 2023
Li Mêrdînê li Dêra Dîrokî ya Çilşehîdanê (Mor Behnam) Cejna Vejînê hat pîrozkirin.
Welatiyên ku digel zarokên xwe bi mebesta pîrozkirina Cejna Vejînê herwiha ku weke Paskalyayê jî tê naskirin, hatin Dêra Çilşehîndanê, mûmik pêxistin û die kirin.

Di nimêja ku bi serkêşiya Metropolîtê Mêrdîn-Diyarbekirê Saliba Ozmen û Serkeşeyê Dêra Çilşehîdanê Gabriyel Akyuz birêve çû de, digel xwendina ayetên pirtûka Mizgîniyê (Încil), di serî de bi Suryanî, bi çend zimanên herêmê ternîme hatin xwendin.

Ozmen ji bo heta heta berdewambûna yekîtî û tebayiya welêt due kirin.
Piştî nimêjê jî li hewşa dêrê welatiyan cejna hevdu pîroz kir.

- "Em hemî cejnan di nava yekîtî û tebayiyê de pîroz dikin"
Metropolîtê Mêrdîn-Diyarbekirê Saliba Ozmen destnîşan kir ku ew yek ji giringtirîn cejna alema Xrîstiyanan pîroz dikin û got, "Îsal ji ber erdhejan me cejin bi dilşikestî pîroz kir. Li Mêrdînê kevneşopeke kevnare heye; em hemî cejnên dînî û neteweyî di nava yekîtî û tebayiyê de pîroz dikin. Îsal him rojiya Xrîstiyanan û him jî ya Misulman û Cihûyan di nava yek mehê de laqî hev bûn. Li hev rasthatina rojî û cejnên 3 dînan di heman mehê de pêşniyaza wê yekê dide nîşan ku pêwîst e em nêzîk hev bin. Em kêfxweş in, îro em vê cejnê pîroz dikin heftiyeke din emê cejna birayên xwe yên misulman pîroz bikin. Ev nirx yên me teva ne."

- "Me cejin pîroz kir, heftiya bê jî emê bi hev re cejna Misulmanan e pîroz bikin"
Yek ji welatiyên Ermenî li Mêrdînê Zekeriya Sabuncî jî anî ziman ku ew ji bo digel welatiyên Suryanî cejnê pîroz bike ji Dêrika Çiyayê Mazî hatiye navenda Mêrdînê û got, "Îro rojeke pirr xweş e, bi mebesta eydaniya xwîşka xwe û xwarziyên xwe yên Suriyanî û cemeata Suryanî ez ji Dêrikê hatime Mêrdînê."

Sabuncî destnîşan kir ku wan weke Ermeniyan hefteya raborî Cejna Vejînê pîroz kiriye û got, "Ême Ermeniyan hefteyek berê me eyda qiyama Îsa Mesîh pîroz kir. Îro jî birayên me yên Suryanî û yên Rûm, Ortodoxs û Katolîk cejnê pîroz dikin. Giş weke hev e. Mebest yek e. Rojiya me û rojiya birayên me yên Misulmanan di yek serdemê de bû. Me cejin pîroz kir, heftiya bê jî cejna Misulmanan e, emê bi hev re pîroz bikin. Beriya eydan jî, siruşt bi xwe ve hat, şikir ji Xwedê re baraneke xweş hat, ew jî bereketa cejnê ye."