Li asîmanên Mêrdînê bafiroka li serê "Free Gazze" nivîsandî hat firandin

Mardin
Li asîmanên Mêrdînê bafiroka li serê "Free Gazze" (Xezeya Azad) nivîsandî ya ku hostayê bafirokan Zahît Mungan amade kiribû, hat firandin.
Munganê 34 salî ku li 38 welatên cîhanê geriyaye û beşdarî gelek festîvalên bûye û xelat sitandine, ji bo balê bikişîne ser êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê bafirok amade kir.
Bafiroka ku Mungan di nav mehekê da amade kir û bi qasî 10 metreyan dirêj e û her tîpek 150 santîmetro ye, ji nivîsa "Free Gazze" pêk hat.
Mezintirîn xewna Munganê ku bafirokan difirîne ew e ku bi bafirokên xwe reng bide asîmanê Xezeyê.
Mungan ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji temenê biçûk va bi bafirokan re eleqedar e û nêzîkî 20 salan e ku bafirokan çêdike.
Mungan anî ziman ku wî bi serbilindî di festîval û pêşbirkên ku beşdarî wan bûye da Tirkiyeyê temsîl kiriye û got, "Ez bafirokên xwe li seranserê cîhanê difirînim. Min heta niha serdana 38 welatan kiriye, lê min derfet nedîtiye ku biçim Filistînê."
Hostayê bafirokan Zahît Mungan got, "Ez hêvî dikim ku rojekê Xeze azad bibe û ez bafirokên xwe li Xezeyê bi zarokên li wêderê ra bifirînim."