Jiyan

Li Meletiyê legleg vegeriyan hêlînên xwe

Bilal Timur  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Li Meletiyê legleg vegeriyan hêlînên xwe Bilal Timur

Malatya

 Li Kaleya navçeya Meletiyê bi germbûna hewayê ra leglegveriyan hêlînên xwe.

Li navçeya Kaleyê bi germbûna hewayê ra leglegên mizgîniya biharê vegeriyan hêlînên xwe.

Leglegên ku vegeriyan hêlînên xwe yên li ser dîregên ceyranê yên li navçeya Kaleyê bi dîmenên xwe yên di nav kulîlkên mişmişan da mirov heyran dihêle.

Suat Oztopê li Taxa Baglicayê dijî got ku legleg bûne sembola navçeyê.

Oztop got ku leglegên ku her sal di mehên biharê da tên navçeyê hem tebîetê hem jî di têkoşîna dijî ajalên bi zirar da feydeyê didin eraziyên çandiniyê û got ku hatina leglegan yek ji îşaretênherî xweşik ên biharê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın