Yeter Erdine
25 Nîsan 2023•Rojanekirin: 25 Nîsan 2023
Li Meletiyê cesedê kesê ku winda bûbû di Gola Bendavê ya Boztepeyê da hat dîtin.
Mehmet Uçarê (50) li Taxa Durucasuyê ya li ser navçeya Yazihanê dijî winda bû.
Li ser xebera ku ew li dora Gola Bendavê ya Boztepeyê hatiye dîtin cendirme çûn devê golê û li wir xebat dan destpêkirin.
Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ya Serokatiya Daîreya Agirkujê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Meletiyê cesedê Mehmet Uçar 20 mêtro li nêzîkî peravê û 12 mêtro ji binê avê derxistin.
Ji bo otopsî bê kirin cesedê Uçar birin Saziya Tipê ya Adlî ya Meletiyê.