Bilal Timur
05 Adar 2024•Rojanekirin: 14 Adar 2024
Li Kaleya navçeya Meletiyê darên mişmişan kulîlk dan.
Cotkar Suat Kayaduman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir salê vî zemanê hewa hê sar bû, lê îsal hewa fenanî havînê ye.
Suat Kayaduman destnîşan kir loma jî darên mişmişan zû kulîlk dan û got ku cotkar ditirsin ku hewa dîsa sar bibe û darên mişmişan bişewitin, hêvî dikim ku hewa xweş be û cotkar zirarê nebînin.