Jiyan

Li mala xwe ya vegerande atolyeyê lihêfan diavêje

Necmettin Karaca  | 18.01.2022 - Rojanekırın : 27.01.2022
Li mala xwe ya vegerande atolyeyê lihêfan diavêje

Van

 Nesrîn Ora 44 salî ya bi saya qursa lihêfavêtinê ya qaymeqamtiyê dest bi lihêfkariyê kir li mala xwe ya qismekî wê vegerandiye atolyeyê lihêfan diavêje.

Ora dayika 3 zarokan ya li Erdîşa navçeya Wanê dijî ji bo demên xwe yên vala binirxîne beşdarî qursa li Navenda Piştgiriya Malbatê bû, bi saya dersên ji hîndekarên hoste hilda va meslekê lihêfavêtinê hîn bû.

Orê di teknîkên avêtina lihêfan û nexşan da xwe pêş xist, 2 sal berê qatê binî yê mala xwe vegerande atolyeyê û li ser siparîşan lihêf avêtin.

Or nexşên papatya, lale, sitêrk, pelg, tav, dîlima peqlaweyê û yên Osmanî û Selçûqiyan li ser lihêfan dinexişîne, ji hirî û elyafê lihêfan diavêje.

Or orxanên xwe li ser medyaya civakî parve dike, li gor siparîşan lihêfan dişîne bajarên wekî Enqere, Stenbol û Îzmirê û bajarên din.

Orê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hewl dide lihêfkariyê zindî bike.

Orê diyar kir ku lihêfên wê gelekî tên ecibandin û wiha pê da çû: "Mala min duqatî ye, min qatê binî vegerande atolyeyê. Ez li vê derê lihêfan dinexişînim û diavêjim. Li ser hesabê xwe yê instagramê difroşim. Ji Stenbol, Îzmir û Enqereyê siparîşan hildidim. Ji bajarên der û dorê û cinaran jî siparîşan hildidim. Cînar diecibînin û ji bo cihêzê qîzên xwe dikirin. Ez jî tevkariyê didim debara mala xwe. Ez ê vî karî hînî qîza xwe jî bikim."

Sema Degera hîndekara pispor jî got jin bi qursên li navendê dibînin va dibin xwediyê meslegekî û wiha axivî: "Hetanî ji destê me tê em teknîkên çêkirina lihêfan hînî xwendekaran dikin. Lihêfkarî êdî tê jibîrkirin. Gelek qursiyerên me bi saya vê bazirganiyê dikin û tevkariyê didin aboriya malên xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.