İrem Demir
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 6emîn sala jinûva ji îbadetê ra vekirina Mizgefta Şerîf a Ayasofyaya Kebîr pîroz kir.
Serokomar Erdogan, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Berî 6 salana weke îro, piştî 86 salan xerîbiyê, Ayasofya nasnameya xwe ya resen bi dest xist... Ev mabeda pîroz, bi îzna Xwedê, dê asîmanên me bi dengên banga nimêjê heta hetayê bixemilîne... Bila vejîna Ayasofyayê pîroz be..."