Li Kilîsê daweşandina zeytûnan destpê kir
Kilis
Li Kilîsa ku yek ji navendên herî giring ên hilberîna zeytûn û rûnê zeytê ye, daweşandina zeytûnan ji darên sedsalî û esirandina wan ji bo zeytê destpê kir.
Li gorî daneyên Reveberiya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê li bajêr li qadeke bi qasî 314 hezar deqarî, zeytûnên ji bo rûn tên hilberandin.
Li gundê Durucuyê ser bi navendê Mehmet Canbakiş ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku li ser erdekî nêzîkî 100 donimî çaverêya tonek rekolteya zeyta zeytûnan dikin.
Canbakiş behsa pêvajoya dijwar a daweşandinê kir û got, "Daweşandina me destpê kir. Îsal asta rekolteyê ji ber şert û mercên avûhewayê, germbûna hewayê û qeşaketinê kêm e, li bi giştî em ji rekolteyê memnûn in. Em di bin baranê da jî daweşandinê didomînin. Sibehê saet 7an em dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin. Ewê daweşandina me îsal mehekê biajo."
