Elif Irmak
20 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2021
Li Karliovaya navçeya Bingolê ku raqima wê 1940 e û navê xwe ji deşta biberf dihlîne sir û seqem tesîreke neyinî li ser jiyanê dike.
Li navçeya ku germahiya hewayê bi roj heta 10 pile dikeve bin sifirê bi şev jî heta 20 pile dikeve bin sifirê bi berfa ku seranserê 5 rojan barî li navenda navçeyê sitûrahiya berfê gihaşt 70 santîmêtroyê.
Li navçeya ku lê hin mal di bin berfê da man Lîça Kaleyê cemed girt, li banan şembelîk çêbûn.
Ekîbên Îdareya Taybet a Navçeyê piştî ku berf sekinî ji bo vekirina rêyên gundan ên girtî xebatên xwe didomîne. Ekîb dixebitin ku rêyên 15 gundan ên girtî bên vekirin.
Midûrê Zabiteyan ê Şaredariya Karliovayê Metîn Bîngol diyar kir ku li navçeyê seranserê 5 rojan berf barî û got ku wek şaredarî xebetên xwe yên ji bo şîliyê bênavber didomînin.
Bîngol da zanîn ku piştî barîna berfê hewa gelekî sar bû û got ku "Li ser banan şembelîkên berf û cemedê çêbûn. Em ji gelê xwe tika dikin ku bila ji bin van şembelîkan ra derbas nebin. Jixwe me anons û hişyariyên hewce dan. Em ê bi wesayîta îtfaiyeyê şembelîkên ku xeternak in bêxin."