Hakan Sarı
31 Gulan 2023•Rojanekirin: 06 Hezîran 2023
Li Hîzana navçeya Bidlîsê bi vebûna niluferan siruşt bêtir xemilî.
Di mîtolojiya Hindî da nilufer wek kulîlkên pîroz tên qebûlkirin û navekî wan ê din jî lotus e.
Li gundê Xeydayê ya li ser navçeya Hîzanê jî li qadên avî niluferan kulîlk veda.
Kesên tên ziyareta herêmê ji bilî cihên dîrokî û siruştî niluferan jî dibînin û wêneyan dikşînin.
Elîf Kazandiya hatiye herêmê bibîne got ew wek Kluba Werzişê ya Siruştê ya Newalê ji bo dîtina herêmê çalakiya gerê li dar dixin.
Kazandiyê got cara ewil e ew van kulîlkan dibînin û wiha axivî: "Nilufer çil spî ne û pir xweşik in. Bi saya wan gola Xeydayê bêtir xweş xuya dike. Me hewl da em eqsa wan a li ser avê bikşînin. Em bendê ne ku hemû kesên siruştê hez dikin bên van deran."