Orhan Alca
05 Îlon 2025•Rojanekirin: 07 Îlon 2025
Li Hîzana navçeya Bidlîsê çinîna tirî destpê kir.
Rezvaniya ku li navçeyê yek ji çavkaniya debarê ya sereke ye, bêtir li devera Akşarê tê kirin.
Gundî serê sibehê diçin nav rez û mehsûlên ku seranserê salê ked dabûnê dan hev.
Beşeke ji mehsûlê ku tê berhevkirin, weke tirî, hinek jî piştî ku dikin dims, doşav, bastêq û mewîj derdixînin bazarê.
Muxtarê gundê Akşarê Şakir Ilgaz anî ziman ku îsal hişkesaliyê bandor li rekolteyê kiriye û got, "Me dest bi danheva tirî kiriye. Li gorî par ber kêm e. Baran û şilî kêm bû. Gundî alî hevdu dikin û bi dorê diçin nav rezên hev. Tirî her çiqas deriyekî me yê debarê be jî parçeyek ji çanda me ye."