10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo ku rêyên gundan yên ku ji ber berfê hatine girtin bên vekirin xebat tên kirin.
Li navçeyê ji ber ku berf dibare rêya gelek gund û navçeyan hat girtin.
Tîmên girêdayî Şeftiya Şantiyeya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyên gundan vekin şev û roj bi wardiya dixebitin.
Bi taybetî jî gundên nêzîkî çiyayan xebat bi zehmetî dimeşe. Tîm şepeyên ku li ser rêyan de hatine paqij dikin ku rê vebin.
Gundiyên ku rêya gundê wan piştî du rojan hat vekirin çûn navçeyê û ji xwe re xwarin û xurek stendin.