Jiyan

Li Hekariyê hewa sar e û mij heye

Ulaş Güven  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Li Hekariyê hewa sar e û mij heye Ulaş Güven

Hakkari

 Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hewa sar e û mijeke zêde heye.

Ji ber hewaya sar a ku şev zêde bû, li navçeyê germahiya hewayê di binê sifirê da daket 10 pileyan.

Li ser banên avahiyan şembelûk çêbûn, paceyên wesayîtan qeşa girt, dar û ber bi qiraviyê hatin nixumandin.

Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.

Polês û cendirmeyan jî li hin xaçerêyan tevdîrên ewlehiyê dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın