Jiyan

Li Hekariyê ekîba rêvekirinê hindik ma di bin aşîtê da bimîne

Ulaş Güven  | 22.01.2022 - Rojanekırın : 23.01.2022
Li Hekariyê ekîba rêvekirinê hindik ma di bin aşîtê da bimîne

Hakkari

 Li Hekariyê ekîba rêvekirinê ku dixebitî hindik ma di bin aşîtê da bimîne.

Ekîba Şeftiya Şaxa 117mîn a Rêbejê dema li ser rêya Yuksekova-Şemzînanê texma Derbasoka Harûnayê rê paqij dikir ji nişka va aşît ket.

Qismekî makîneya kar di bin aşîtê da ma û bi saya xebata ekîba der dorê şofêr û wesayît ji nav berfê hatin xilaskirin.

Rê demekî ji çûn û hatinê ra hat girtin û piştî paqijkirina berfê rê ji nû va vebû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.