Sayim Harmancı
07 Sibat 2025•Rojanekirin: 09 Sibat 2025
Li Hekariyê piştî berfê serma û seqemê bandora xwe zêde kir.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê lê daket binê sifirê, li ser rêyan qeşa çêbû û wesayitan di çûn û hatinê da zehmetî kişand.
Li serbanên xanî û kargehan şembelîlk çêbûn, ekîbên şaredariya li ser rêyan xebata maliştina berfê û xwêrijandinê meşandin.
Ji bo welatiyan hişyarî hat dayîn ku ji ber qeşayê baldar bin.