Önder Beyter
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Li Hekariyê endamên Komeleya Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Gol û Cemedên Cîlo Satê di şikefta li Çiyayê Simbilê da lêkolîn kirin.
Çiyagerên ku serê sibê li ber avahiya komeleyê hatin cem hev, bi wesayîtan çûn devera ku dê hilkişin.

Piştî amadekariyan çiyageran dest bi hilkişînê kirin û piştî du saet meşê, gihîştin şikeftê.
Çiyagerên ku bi haletan berjêrî şikeftê bûn, qederekê di hundirê şikeftinê da geriyan û li ber şembelûkan wêne kişandin.
Çiyager dû ra vegeriyan.