Li gelek bajaran ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin
Van
Li Wanê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li bajêr berfa zêde bandora xwe didomîne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor nirxandina bi Midûriya Herêma Meteorolojiyê ra hat kirin li bajêr dê cemed û mij çêbe û hat ragihandin ku li tevahiya bajêr hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet hatin tetîlkirin.
Hat diyarkirin ku ducanî û astengdarên di saziyên kamuyê da dixebitin û dayikên ku zarokên wan diçin kreş û pêşdibistanê jî dê bi îzna îdarî bên hesibandin.
Her wiha li Mûş, Sînop, Îdir, Şirnex, Ordu, Giresun, Agirî, Meletî, Hekarî, Rîze, Erdexan, Qers, Bolu, Bidlîs, Bingol, Elezîz, Yozgat, Artvîn, Duzce û Kastamonuyê û gelek navçeyan jî dibistan ji ber berfê û şert û mercên hewaya nebaş hatin tetîlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
