Mehmet Akif Parlak
30 Nîsan 2024•Rojanekirin: 30 Nîsan 2024
Li Gazîentabê midîbusa rêwiyan welgeriya û li gor agahiyên ewil 10 kes birîndar bûn.
Midîbusa ku plaqeya wê 79 PZ 949 e û nasnameya şofêrê wê hê nehatiye diyarkirin li Taxa Çayirobayê ya li ser rêbeja Edeneyê welgeriya.
Gelek ambulans hatin cihê qezayê.
Kesên di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.