Zekeriye Şimşek,Adsız Günebakan
07 Tebax 2024•Rojanekirin: 08 Tebax 2024
Li Nurdagiya navçeya Gazîentabê bav û keça ku ketin golê xeniqîn.
Hamît Çelîk (38) û keça wî gonul Çelîk (15) nêzî Taxa Balikalanê ya li ser navçeyê ji bo hênikbûnê ketin golê.
Bav û keç piştî demekî ji ber çavan winda bûn.
Li ser îxbarê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin.
Di encama xebata ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên ku ji Edene û Adiyemanê hatin cesedê bav û keçikê hat dîtin.
Cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tibê Edlî ya Gazîentabê.