Kemal Özdemir,Yakup Bakar
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 11 Hezîran 2021
Li Erzîncanê çiyayên Esence û Munzurê bi berfa ku di meha hezîranê da barî çil û spî bûn.
Li bajêr ji ber hewaya sar li cihên bilind berf barî.
Li navçeya Uzumluyê çiyayên Esence û Munzurê yên raqima wê 3 hezar û 549 e di meha hezîranê da bi berfê nixûmîn.
Mustafa Ahmet Demirîzê ji Stenbolê hatiye bajêr got ew ji ber berfa ku havînê barî şaş û metel mane.
Demîrîz wiha got: "Li Stenbolê di vê demsalê da meriv nikare dîmenên wiha bibîne. Pir balkêş e. Bi şev hewa sar e."