Li Erzîncanê zarok di çalakiya "Bav û Zarok Li Mizgeftê Ne" da werzişê dikin

Erzincan
EMÎN FERHAT SEVÎLÎR - Li Erzîncanê zarok bi wesîleya çalakiya "Bav û Zarok Li Mizgeftê Ne "hem hînî mizgeftê dibin û hem jî di qadên lîstikê yên ku ji bo wan hatine amadekirin da bi bavên xwe ra dilîzîn û werzişê dikin.
Çalakiya ku bi destê Midûriyeta Werziş û Ciwaniyê û Miftitûya Bajêr va hat destpêkirin li Mizgefta Terzîbabayê hat lidarxistin.
Zarokên ku bi bavên xwe ra hatin mizgeftê piştî nimêja eşrayê li qada lîstikê lîstin û beşdarî hin çalakiyan bûn.
Ev çalakî wê mizgeftên din jî bê lidarxistin.
Yek ji rahenerê Midûriyeta Werziş û Ciwaniyê Canser Atîla ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew piştî nimêja eşrayê bi zarokan ra sohbet dikin û dilîzin.
Atîla got ew dixwazin ku hestên zarokan ên manewî pêşva herin û wiha axivî: "Em ê bi bav û zarokên wan ra van çalakiyên xweş bidomînin. Armanca me ya tekane ew e ku em zarokan hînî vê rewşa manewî bikin. Em fikirîn ku em dikarin bi saya werzişê vê yekê xweştir bikin û me çalakî li dar xist. Armanca me ew e ku em mehê carekê vê çalakiyê bikin."
Bîlal Gunerê bi kurê xwe ra beşdarî çalakiyê bû jî spasiya rayedaran kir ku piştî nimêjê wî bi kurê xwe ra dema xwe xweş derbas kiriye.
Omer Faruk Şengul jî anî ziman bername ji bo manewiyata zarokan pir biqîmet e.
Omer Asaf Çalikê 8 salî jî got piştî nimêjê ew bi bavê xwe û zarokên din ra lîstiye, pîzza xwariye û kêfxweş e.
Ji zarokan Abdulsamet Şengul jî kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya kedkarên vê bernameyê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.