Hilmi Tunahan Karakaya
20 Îlon 2021•Rojanekirin: 21 Îlon 2021
Li Erzirom, Qers û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û aliyên bakur jî wê cî bi cî ewrayî be.
Ji danê nîvro şûnda li Erzirom, Qers û Erdexanê tavî teyrok tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê ya herêmê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdir û Tunceliyê 31, li Erzincanê 27, li Agiriyê 26, li Qersê 23, li Erziromê 22, li Erdexanê 20 pile tê payîn.