Jiyan

Di Gola Wanê da "Li Girava Adirê Mihrîcana Avjeniyê" dîmenên rengîn derxist holê

Necat Hazar  | 19.09.2021 - Rojanekırın : 22.09.2021
Di Gola Wanê da "Li Girava Adirê Mihrîcana Avjeniyê" dîmenên rengîn derxist holê

Van

 Li Tuşbaya navçeya Wanê "Li Girava Adirê 1emîn Mihrîcana Avjeniyê" hat lidarxistin û dîmenên rengîn derketin holê.

Bi pêşengiya Komeleya Aktivîstên Gola Wanê û bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA), Midûriya Bajêr a Ciwanî û Sporê û Midûriya Rewşa Afat û Acilê ya Bajêr (AFAD) ji bo ku balê bikişînin ser Gola Wanê "Li Girava Adirê 1emîn Mihrîcana Avjeniyê" hat lidarxistin.

Mihrîcan li taxa Doşemeyê li qeraxê Gola Wanê hat lidarxistin û bi gerandina govendê dest pê kir.

Ji navçeyên derdorê gelek kes beşdar bûn û di mihrîcanê da beşdarvanan 2 kîlomêtre nîv avjenî kir û derketin Girva Adirê.

Serokê Komeleya Aktivîstên Gola Wanê Erdogan Ozel daxuyanî da û diyar kir, mebesta wan ew ku dîrok û xweşikahiya siruştî ya giravên nava Gola Wanê bi turîzmê bidin qezenckirin.

Ozel diyar kir ku di Gola Wanê da 4 girav hene û ya herî mezin jê Girava Adirê ye û wan îsal mihîcana ewil li dar xist û wiha dewam kir:

"Mebesta me ya din jî ew e ku em balê bikişînin ser xweşikahiyên Gola Wanê. Li vê girava me dêreke dîrokî heye. Em dixwazin balê bikişînin ku ev dêr jî were parastin."

Kesên ku di Gola Wanê da avjenî kir û derketin Girava Adirê, çopên giravê jî berhev kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.