Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Anıl Aydın,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Bülent Mavzer
25 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Qers, Îdir, Erdexan û Agiriyê serma û seqemê bandoreke neyênî li jiyanê kir.
Germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da li Qersê 17, li Erdexanê 14, li Agiriyê 11, li Erziromê 8 û li Îdirê weke 3 pile hat pîvan.
Li Erziromê berfa ku ji şevê heta sibehê navber bi navber dewam kir cihê xwe ji sermayê ra hişt.
- Erdexan
Li Erdexanê berf û serma bi bandor e. Hinek deverên bajêr bi rengê sipî venuximîn, ajelên kovî li ser rûyê berfê li çêre û nêçîrê geriyan.
- Qers
Li Qers barîna berfê didome. Li bajarê ku bi berfê spî bûye ekîbên şaredariyê xebatên maliştina berfê û xwêreşandinê didomînin.
Li Sariqamîşa ku berf bi navber dibare camên wesayit û karegehan qeşa girtin.
- Agirî
Li Agiriyê berfa ku 2 roj e bi navber dibariya cihê xwe ji seqemê ra hişt. Li bajarê spî venuximandî camên wesayit û karegehan qeşa girtin.
- Îdir
Navenda bajarê Îdirê jî ji berfê spî bû. Li bajêr welatiyan qût dan çivîkên ku nedikarîn xwe têr bikin.