Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İlhami Erkılıç,Abdullah Söylemez
11 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar, qeşa, mij û dûman tesîreke nebaş li ser jiyana rojane dike.
Li deverên bilind ên Erziromê berfê cihê xwe ji hewaya sar ra hişt.
Germahiya hewayê di bin sifirê da 3,4 pile hat pîvan û hinek rê û peyarêyên bajêr jî qeşa girtin.
Camên wesayîtan cemed girt, li ser dar û beran, ciyên rûniştinê yên li parq û baxçeyan qiravî çêbû.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê mij û qeşa çêbû, qalindiya berfê 16 santîm hat pîvandin.

- Erdexan
Li Erdexanê germahiya hewayê di bin sifirê da daket 5 pileyan.
Li navçeya Goleyê dar û beran qiravî girt.
Welatiyan êm dan kevokên ku nikarin xwarinê bibînin.
- Qers
Li Qersê jî ji ber hewaya sar hin cihên avî qeşa girt.
Li ser dar û beran qiravî çêbû, banê mal û avahiyan jî şembelîk girtin.
Rê di binê mijê da man û mesafeya dîtinê kêm bû, şofêran zehmetî kişand.
Li navçeya Sariqamişê jî piştî hewaya sar mij û serma çêbû.
Germahiya hewayê li navçeyê di binê sifirê da dakete binê 8 pileyan.
Paceyên avahiyan û kargehan qeşa girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî serê sibê mij û dûmana ku çêbû tesîrê li ser çûyîn û hatinê kir.
Ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt.