Talha Koca,Günay Nuh,Fırat Atmaca
31 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 01 Sibat 2025
Li Erzirom, Erdexan û Agiriyê hewa pir sar e.
Li Erziromê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da 14, li Erdexanê 22 û li Agiriyê 21 pile hat pîvan.
Li Erziromê camên wesayîtan û yên rawestgehan cemed girt û her wiha şadirwanên mizgefan jî qerimîn.
Hin welatiyan jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.
Taxa Haciomerê ya Tekmanê li Tirkiyeyê bû ew cih war û duh bi şev di bin sifirê da bi 30 pileyan va germahiya herî kêm lê hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexanê tesîra sir û seqemê berdewam e.
Li bajêr her wiha li ser rê û peyarêyan cemed çêbû, baniyan şembelûk û daran jî qiravî girt.
Hin welatiyan jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.
%2FAA-36903729.jpg)
- Agirî
Li Agiriyê termometreyan bi şev di bin sifirê da 21 pile nîşan da.
Li bajêr ji ber sermayê cemed û qiravî çêbû û her wiha Çemê Muradê jî qerimî.
Hin welatiyan jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.
%2FAA-36903859.jpg)