Günay Nuh,Hüseyin Demirci
03 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Li Erdexan û Qersê sir û serma û berf tengasiyê dide kişandin.
Li deverên bilind ên Erdexanê berf barî û paşê li navenda bajêr jî serma çêbû.
Li bajêr bişev germa hewayê ket binê sifirê, herêmên gundên Kocakoy û Alagozê yên li ser navendê di serî da deverên bilind di binê berfê da man.
- Qers
Li Sarîqamişa navçeya Qersê jî sir û serma heye.
Piştî ku berf barî li navçeyê serma çêbû û bi baniyan va şembelîlk çêbûn.
Çil û çiyayên ku bi berfê nixumîn jî dîmenên xweş derxistin holê.