Günay Nuh,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik
06 Adar 2024•Rojanekirin: 08 Adar 2024
Li Erdexan, Tuncelî û Qersê berf barî û erd sipî kir.
Li Erdexana ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 9 pile hat pîvandin berf barî û erd ji berfê sipî bû.
- Tuncelî
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê jî şeveqê berf barî.
Piştî barîna berfê kuçe û kolan ji berfê sipî bûn welatiyan ber deriyê mal û dikanên xwe paqij kirin.
- Qers
Li Qersê jî piştî baranê berf barî û deverên bilind ji berfê sipî bûn.