Günay Nuh,Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca
04 Sibat 2025•Rojanekirin: 06 Sibat 2025
Li Erdexan û Agiriyê mijeke zêde ket erdê, qiravî çêbû û çem û robaran cemed girt.
Li Erdexanê bi şev germa hewayê 23 pile ket binê sifirê û serê sibejê mij ket erdê.
Navenda bajêr di serî da mij li herêma Çemê Kurayê zêde bû. Mijê li bajêr mesafeya dîtinê kêm kir.
Li ser dar û beran qiravî çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê bi şev germa hewayê di binê sifirê da 21 pile hat pîvan, çem û robaran cemed girt.
Li bajêr mij jî ket erdê û ser dar û beran qiravî ket.