29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
CAKARTA
Li Sulewasiya eyaleta Endonezyayê mirovekî ku ew du roj bû berze bûbû ji zikê marê pîton hat derxistin.
Akbar Salubîroyê 25 salî ji bo berhevkirina rûnê palmiyeyê beriya du rojan ji mal derketibû. Gundî û mirovên Salubîro li baxçeyê palmiyeyê marekî pîton yê ku zikê wî mezin bû dît û kuştin. Cinazeyê Salubîro ji zikê marê pîton hat derxistin.
Di dîmênên ku gundiyekî kişandin de li ser cinaze cil û bot jî tên dîtin.