İsmail Şen
20 Hezîran 2021•Rojanekirin: 24 Hezîran 2021
Li Mollakendiya bajaroka Elezîzê di eraziyekê da şewat derket, qadeke 100 donimî ya genim û ceh şewitî.
Li gor agahiyan li taxa Gubtaşiyê ji ber sedemeke hê nediyar e di zeviyeke genim da şewat derket.
Şewat her ku çû mezin bû û pekiya zeviyên der û dorê.
Tîmên agirkujê piştî du saet û nîvan şewat vemirandin, lê 100 donim ceh û genim zirar dît.
Xwediyê zeviyan gelekî xemgîn bûn.