Hilmi Tunahan Karakaya,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
02 Sibat 2022•Rojanekirin: 03 Sibat 2022
Li dorberê Erzirom, Tuncelî û Erzincanê baranê tesîra xwe bidomîne.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, bi navber baranê bibare, li dorberê Erzirom û Tunceliyê berfê bibare li Erzincanê jî berf û şilopeyê bibare. Bi şev û ber destê sibê cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe, li herêmên berpal jî xetereya aşîtê heye.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 11, li Qersê di binê sifirê da 7, li Agiriyê di binê sifirê da 5, li Îdirê di binê sifirê da 3, li Qersê di binê sifirê da 1, li Erzincanê 1 û li Tunceliyê jî sifir pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 7, li Tuncelî û Erzincanê 5, li Erziromê 3, li Agiriyê 2, li Qersê 1, li Erdexanê jî sifir pile be.
Rayedaran ji bo mij, cemed û aşîtê hişyarî dan ku welatî bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.
Li Erziromê ji sermeyê banê xaniyan şembelîk girtin, peyarê û ber derê avahiyan jî cemidîn.
Ekîbên şaredariyê xebatên paqijkirina cemed û berfê didomînin.
- Li Qers û Agiriyê hewaya sar
Li Qers û Agiriyê welatî ji ber sermayê tengasiyê dikişînin.
Li Agiriyê banê xaniyan şembelîk girtin.
Ekîbên şaredariyê kuçe û kolanan paqij dikin û berfê dikişînin dervayî bajêr.
Li Qersê ji ber sermayê cemed çêbû.
Ekîbên şaredariyê xebatên paqijkirina berfê û vekirina rê didomînin.