Mehmet Sıddık Kaya
02 Hezîran 2025•Rojanekirin: 04 Hezîran 2025
Li Dîcleya navçeya Diyarbekirê şivanê ku pezê xwe diçêrand, mar pê veda û mir.
R.Yyê 32 salî yê li Taxa Taşagilê ya çolterê şivantiyê dike, duh dema li ber pez bû, marekî pê veda.
Li ser îxbara kesên li derdorê, ekîbên tenduristî û cendirmeyê bo herêmê hatin verêkirin.
R.Yyê ku bi ambulansê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Diyarbekir Gazi Yaşargilê hat veguhestin, digel midaxeleyê nehat xilaskirin.