Hasan Gündüz
06 Nîsan 2024•Rojanekirin: 07 Nîsan 2024
Li Bismila navçeya Diyarbekirê otomobîlekê teqle avêt û ji ber qezayê 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Li texma Înardiya gundê navçeyê otomobîla bi plaqeya 72 AAZ 171 ku Mehmet Sadik Ç. diajot teqle avêt.
Di qezayê tevî şofêr 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê çûn ciyê qezayê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Bismilê.