Aydın Arik,Rıdvan Korkulutaş
29 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2023
Li Licêya navçeya Diyarbekirê midîbusa rêwiyan li girê devê rê qelibî, 27 kes birîndar bûn.
Mîdîbusa ku plaqeya wê 16 AAG 10 û şofêrê wê Fuat K. dema sefera di navbera Bîngol û Diyarbekirê da dikir li Taxa Abaliyê ya li Licêyê ji kontrolê derket û li girê devê rê qelibî.
Di qezaya da şofêr jî di nav da 27 kes birîndar bûn.
Li ser agahiya şofêrên din ekîbên Tenduristiyê ya Rewşa Acil ya 112yê û cendirme hatin cihê qezayê.
Ekîban birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên li Diyarbekirê kirin.