Hikmet Temeş
15 Mijdar 2025•Rojanekirin: 16 Mijdar 2025
Li deverên bilind yên Hekariyê berf barî.
Baranê ji duh êvarê va li seranserê bajêr bandor dikir û ber destê sibehê li hin deverên bilind berf ket.
Bi barîna berfê ra bajarokê Durankayayê û hinek gundên deverên bilind spî venixumîn.
Li hinek gundên ku qalindahiya berfê li wan gihîşt 10 santîmtroyî û di hatûçûnê da bû sedema dijwariyan.
Heywandarên ku pezên xwe li mêrgan diçêrînin, bi hatina berfa ji nişka va zehmetî kişandin, ji ber vê yekê bi neçarî pezên xwe daxistin nêzîkî deverên niştecihbûnê.