Metin Dere
02 Sibat 2022•Rojanekirin: 02 Sibat 2022
Li Yedîsuya navçeya Bîngolê kesên heywanan xwedî dikin di nav şert û mercên zivistanê yên zehmet da ji bo xwedîkirina heywanan kedeke mezin didin.
Li gundê Elmaliya li ser navçeya Yedîsuyê zivistanê xwedîkirina heywanan hê zehmettir e.
Gundiyên ku havînê ka û giha berhev kirine zivistanê bi xizangan va dikşînin ser berfê û heywanên xwe alif dikin.
Cengiz Adibelliyê 53 salî yê ku 200 pezên wî hene got xwedîkirina heywanan karekî zehmet e.
Adibellî anî ziman ew 25 sal e heywanan xwedî dike û wiha axivî: "Ji ber hişkahiya par zehmetî tê kişandin. Em ji wezaretê piştgiriyê dixwazin."
Adibellî got em bi xizangan va gîha dikşînin û li ser berfê heywanên xwe alif dikin.