Rıdvan Korkulutaş
04 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Li Bîngolê sir û serma û her wiha mijê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Mija ku ber destê sibehê ket, navenda bajêr û rêbejaya Bîngol-Elezîz-Erzirom-Mûşê ya ku di nav bajêr ra derbas dibe di serî da li deverên cuda bû sedema daketina mesafeya dîtinê.
Ji ber mijê hin ajokaran di rê da zehmetî kişand.

Ekîbên polês û cendirmeyê jî ji bo deverên ku mij zêde ye agahî dan ajokaran.
Her wisa mija ku xwe da ser bajêr bi droneê hat kişandin.
Li bajarê ku germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan, camên wesayîtan cemed girt, qiraviyê avêt ser dar û nebatan.