Jiyan

Li Bîngol, Sêrt û Şirnexê barîna berfê veguhestinê asteng dike

Li navçeya Karliovayê ekîbên şaredariyê berfa li kuçe û kolanan bar dikin kamyonan û dibin dervayî navçeyê vala dikin

Önder Beyter  | 17.01.2021 - Rojanekırın : 18.01.2021
Li Bîngol, Sêrt û Şirnexê barîna berfê veguhestinê asteng dike

Bingöl

 Li Bîngol, Sêrt û Şirnexê barîna berfê didome.

Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Şaxa Rê û Xizmetên Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ya girêdayî Walîtiya Bîngolê hat wergirtin, ji ber barîna berfê û bagerê ku li ciyên bilind pêr dest pê kir û bênavber didome, rêya 198 gundan hat girtin.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Her wisa li navçeya Karliovayê jî ekîbên şaredariyê berfa li kuçe û kolanan bar dikin kamyonan û dibin dervayî navçeyê vala dikin.

Xelkê navenda navçeyê jî berfa li ber deriyê xaniyên xwe bi bêrê diavêjin.

- Sêrt

Li Şîrwana navçeya Sêrtê, rêya 7 gundan ên ku ji ber berfê girtî ne, bi xebatên ekîban nîvê şevê vebûn.

Li navçeya Perwariyê jî ji ber barîna berfê di rêya Geçittepeyê da bi tenê şerîdek ji bo çûn û hatinê vekirî ye.

- Şirnex

Li Şirnexê jî rêya gundê Yeşilozê yê navçeya Beytuşebabê ji ber berfê hat girtin.

Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û yên Rêbejayê ji bo vekirina rê, xebatên xwe didomînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın