Jiyan

Li Bidlîsê koçeran bi çêbûna sermayê ra dest bi dagêrê kir

Şener Toktaş  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 22.10.2025
Li Bidlîsê koçeran bi çêbûna sermayê ra dest bi dagêrê kir

Bitlis

 Koçerên ku di demsala biharê da ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê berê xwe didin zozanên Bidlîsê, bi çêbûna sermayê ra dest bi dagêrê kir.

Bi taybetî koçer ji bajarên Batman û Sêrtê tên zozanê Bidlîsê û havîna xwe li van zozanan derbas dikin. Bi hatina payîzê ra jî amadehiyên dagêrê kuta kirin.

Koçer nêzî 5 mehan li zozanên gundê Narlidereyê yê li ser navenda Bidlîsê man û ji bo biçin bajarê xwe bi birên pezê xwe va dest bi rêwîtiya dagêrê kir.

Rêncberê Sêrtî Lazgîn Keşlî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi heywandariyê ra mijûl in û di meha hezîranê da ji Sêrtê hatin û li vê zozanê konê xwe vegirt.

Keşlî diyar kir ku ew ê heta meha mijdarê xwe bidin Sêrtê û wiha dewam kir, "Em plan dikin ku heta hefteyek an jî 10 rojan xwe bidin Sêrtê. Heywandarî karekî pir zehmet e. Em şev û roj dimeşin. Şivan ranazê, bêxew dimîne, di binê berf û baranê da disekine. Hewa êdî sar bû. Her ku diçe sartir dibe."

Keşlî got ku hezar serî mihên wî hene û ji ber ku bihayê ceh û kayê zêde ye, ew tengasiyê dikişînin û wiha dewam kir:

"Birayê min jî li zozanên Wanê dimînin. Ew ê jî dagerin Sêrtê. Rêwîtiya wan dirêjtir e. 5 meh in em li zozanê gundê Narlidereyê ne. Îsal berên pez zêde pere nakin. Hed ê hesabê zehmetiyên karê me tuneye. Em şev û roj dixebitin. Em tirsa guran nikarin kêliyekê jî ji pez veqetin. Heke em di gelî da bin jî tirsa baran û lehiyê terka pez nakin. Em 11 kes van heywanan xwedî dikin. Em ji firotina berên şîr debara xwe dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.